TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr ferman da: Li Hewlêrê projeyek stratejîk pêk tê

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 14 tîrmeh 2024 19:57

PeyamaKurd - Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, xebatên çêkirin û restorekirina rêya Gezne dest pê kir.

Di daxuyaniya Wezareta Şaredarî û Geştiyariyê de hat destnîşankirin ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, projeya çêkirin û sererastkirina rêya Gezneyê destpê kiriye.

Hate ragihandin ku di çarçoveya vê projeyê de wê rêya Gezne bi cadeya 150 metrî û cadeya 100 metrî ve bê girêdan.

Ji ber xebatên projeyê Rêveberiya Şaredariya Hewlêrê hişyarî da welatî û ajovanan ku beşek ji rêya Gezneyê hatiye girtin.

Her wiha hat destnîşankirin ku welatî dikarin bi awayekî demkî rêya Hewlêr û Bahirkê bikar bînin.

Parve bike: