TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mîrê Qeterê re civiya

Leyla Denli
Nivîskar
📅 16 sibat 2022 17:30

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Dohayê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re civiya.

Li gor zanyariyan, di civînê de geşedan û pêşhatên herî dawî yên Iraqê, bi taybetî hewldanên pêkanîna kabîneya nû û pêşvebirina pêwendiyên Qeterê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Herwiha tekezî li ser pêşvebirina pêwendiyên Qeterê yên ligel Herêma Kurdistanê û Iraqê hat kirin, bi taybetî di warên aborî, bazirganî û veberhênanê de.

Herî dawî her du alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya berdewambûna pêwendî û hemahengiya ji bo mijarên cihê girîngiya her du aliyan.

Parve bike: