TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê re civiya

Leyla Denli
Nivîskar
📅 20 nîsan 2022 13:02

PeyamaKurd Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di serdan xwe ya Brîtanyayê de ,bi Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Liz Truss re civiya.

Hat ragihandin, di civînê de rewşa giştî û proseya siyasî ya Iraqê û hewlên pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê û guherînên herî dawî yên navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hat zanîn, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal û girîngiya çareserkirina kêşeyan li ser bingeha destûrê, mijarên din ên civînê bûn.

Parve bike: