Kurdistan
Singal | PKK û Hesda Seibî rêveberiya hevbes ava kirin
PeyamaKurd – Qeymeqamê Şingalê yê bi wekalet Fehd El-Hemîd diyar kir ku li Şingalê ji aliyê Heşda Şeibî, fermandarên PKKê û nûnerên sûnî û ereban ve Konseya Rêveberiya Şingalê hatiye avakirin.
El-Hemîd daxuyakirin, Said Mulhem di rêveberiya hatiye avakirin de bûye serok û Qasim Fik Fik û Semir Derwîş jî wekî cîgirên serok hatine destnîşankirin.
Fehd herwiha da zanîn ku armanca konseyê diyarkirina qeymeqamê nû yê Şingalê û berpirsên nehiyeyên Şingalê ye.
Li aliyê din Serokê Partiya Demokrata Êzidî Heyder Şeşo ragihand ku ew ji vê rêveberiya nû qebûl nakin.