TR KU SO
FB X
Kurdistan

SOHR: Wesayîtên NATOyê li Kobanê hatin bicihkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 08 nîsan 2019 19:53

PeyamaKurd - Rawengeha Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku wesayîtên leşkerî yên li hemberî DAIŞê hatine bikaranîn li dorûbera balafirgeha Kobaniyê hatine bicîkirin.

Li gor nûçeyê ev cara yekem e ku hêzên NATOyê derbasî Rojhilatê Firatê dibin û têne bicîkirin.

Dîsa tê ragihandin ku karwaneke ji 60 TIRan pêk dihat roja şemiyê ji herêma Kurdistanê bi rê ketibû û şeva borî jî 100 TIRên din ên alavên leşkerî derbasî herêmên bin kontrola HSDê bûne.

Parve bike: