TR KU SO
FB X
Kurdistan

Stenbol | Destdirêjiya keça Kurd a 5 salî tê protesto kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 24 nîsan 2019 21:47

PeyamaKurd – Doh 23yê Nîsanê li taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê keçeke kurd a 5 salî rastî destdirêjiya cinsî hatibû û ew bi giranî rakiribûn nexweşxaneyê. Bûyera destwerdana keça 5 salî di medyayê de jî bû sedema karvedaneke mezin.

Piştî bûyerê şêniyên taxa Kanaryayê ji doh ve li ser piyan e û vê bûyera qirêj li ber qereqola navçeyê protesto kirin û xwestin failên bûyerê werin desteserkirin û cezakirin.

— dokuz8HABER (@dokuz8haber) 24 Nisan 2019

Piştî bûyerê karvedaneke mezin pêk hat, sazî û rêxistinên sivîl li dijî vê bûyera kirêt ketin tevgerê û çalakiyên protestoyî li dar dixin û dixwazin bûyer bilez were ronîkirin.

Hêjayî gotinê ye, doh dema keçika 5 salî piştî vê bûyera kirêt bi birîndarî hat dîtin û ew rakirin nexweşxaniyê, dayika wê bixwe jî ji ber ducanîbûnê li nexweşxaneyê bû.

Keçika rastî destwerdanê hatiye hîn jî li nexweşxaneyê tê dermankirin. Fail yan jî failên vê bûyera kirêt hê nehatine desteserkirin.

Parve bike: