Sûdanî: Emê planeke stratejîk bi Erdogan re îmze bikin!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, ragihand ku ew dê ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan planeke stratejîk li ser mijara bikaranîna avê de îmze bikin.
Sûdanî, beşdarî bernameya Bestoon Talk a Bestoon a Bestoon Osman a Rûdawê bû û bersiva pirsên xwendekarên zanîngehê da.
Mihemed Şiya Sûdanî derbarê pirsgirêkên li ser bikaranîna avê ligel Tirkiyeyê de got: “Gelek welatên cîhanê ji bo çandiniyê ava ku berê hatiye bikaranîn ji nû ve bi kar tînin. Ew wê avê îsraf nakin, av beşeke dahata wan e. Dikarim piştrast bikim ku me planeke stratejîk amade kiriye û em hêvîdar in bi Serokkomarê Tirkiyeyê re ku dê di demeke nêzîk de were Bexdayê, îmze bikin.”
Sûdanî li ser pirsgirêka destpênekirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê da xuyakirin: “Li gorî yasaya ku parlementoyê destnîşan kiriye, ji bo berhemanîna her bermîlekê divê 8 dolaran bidin kompanyayan. Di girêbestên ku bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hatine kirin de, bihayê berhemanîna bermîleke petrolê wek 21 dolar hatiye diyarkirin. Kî dê vê ferqê bide? Ne Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikare bide û ne jî em dikarin yasayan binpê bikin. Ev yek ji pirsgirêkên di proje yasaya budceyê de ye ku li parlamentoyê deng li ser hatiye dayîn. Kompanya niha li benda guhertina vê madeyê ne.”
Sûdanî da zanîn ku niha 80-90 hezar bermîl petrol tê berhemanîn û ew jî bi rêya Wezareta Petrolê ya Iraqê ji parzûngehan re dişînin.
Sûdanî li ser mijara bicihneanîna madeya 140 a destûrê ku bi taybet li Kerkûkê bûye sedema pirsgirêkan li dijî kurdan got: “Divê Madeya 140î were tetbîqkirin. Ev pirsgirêk ji ber bicihnekirina Madeya 140î rû dide. Rejîma Beasê biryar dabû ku dest deyne ser zeviyên çandiniyê, vê jî guherîna demografîk bi xwe re anî. Hinek ji van biryaran hîn jî di meriyetê de ne. Em rastî pirsgirêkên di navbera cotkaran de hatin û em hewl didin bi rêya tedbîran van pirsgirêkan çareser bikin. Bi rastî, ji bo çareseriyê divê ew biryarên berê werin hilweşandin û ev jî bi rêya yasayên nû û tetbîqkirina Madeya 140î pêkan e.”
Mihemed Şiya Sûdanî herwiha destnîşan kir, “Pêwendiyên me yên bi serkirdeyên Herêma Kurdistanê re gelekî baş in. Ji bo min gelekî xweş bû ku ez bi Serok Barzanî re bim. Em bi hev re li hinek herêmên cuda geriyan û min fêhm kir li wê derê çîroka her çiyayekî heye. Serok Barzanî weke ansîklopediyekê ye ku gelek bûyerên cuda dihewîne, pêşengek e ku li hemberî zordestiyê têkoşîn kiriye.”