Terciha xelkê Mûsilê bû PDK: 7 kursî
PeyamaKurd - Leqa 14 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ragihand, li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan heta niha PDKê 7 kursiyên parlamentoya Iraqê yên parêzgeha Mûsilê misoger kirine.
Li gorî zanyariyên ku Leqa 14 a PDKê li Mûsilê ragihandine, lîsta PDKê li Mûsilê 163 hezar deng bi dest xistine û 7 kursiyên parlamenteriyê heta niha misoger kirine, herwiha lîsta Nesir a Heyder Îbadî jî 5 kursî bi dest xistiye û di pileya duyem de cih digre.
Encamên destpêkê yên beşek ji binkeyên hilbijartinê li Mûsilê:
PDK: 163 hezar deng û 7 kursiyên parlamentoyê
Lîsta Nesir a Heyder Ebadî: 5 kursî
Lîsta Qerar a Iraqî bi serokatiya Usame Nucêfî: 4 kursî
Lîsta Fetih a bi serokatiya Harî Amirî: 2 kursî
YNK: Ti kursî bi dest nexistine
Doh Şemî 12ê Gulana 2018ê hilbijartinên heyama çarem a parlamentoya Iraqê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê birêve çû. Li gorî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinan gelek kêm e û ji sedî 44ê xelkê beşdar bûne.
Komîsyonê doh şev di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ku dê di 48 demjimêrên bihê de encamên fermî yên hilbijartinan rabigihîne.