TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkiyê herêma Sîdekan dîsa bombebaran kir!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 22 tîrmeh 2018 14:11

PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên Tirkiyê li nêzîkî paytextê Kurdistanê Hewlêrê, li navçeya Sîdekan, li herêma Bradost; 10 gund bombebaran kirin.

Balafirên şêrr yên Tirkiyê duh bi şev herêma gundên Halifan, Koner, Şoşne, Girê Şoşnê, Çiyadil, Gerûya Kewrît, Hakurk, Geliyê Hakurkê, Geliyê Miharê û Geliyê Reş bombebaran kirin.

Hat ragihandin ku li gundê Çiyadilê di navbera çekdarên PKKê û Artêşa Tirkiyê de şer derketiye. Piştî vê re Artêşa Tirkiyê gund dane ber topan.

Parve bike: