TR KU SO
FB X
Kurdistan

Tirkmen postê walîtiya Kerkûkê dixwazin

📅 27 tîrmeh 2018 23:32

PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan ragihand ku mafê Tirkmenan heye ku kursiyê Parêzgariya Kerkûkê bixwazin û got: “Nûnerên Ereb qebûl dikin ku Tirkmenek bibe parêzgarê Kerkûkê, lê di nav Kurdan de jî YNK red dike.”

Cîgirê Serokê Bereya Tirkmenî ya Iraqê Hesen Turan diyar kir: “Mafê rewa yê Tirkmenan heye ku kursiyê Parêzgariya Kerkûkê bixwazin. Tirkmen sêyem pêkhateya resen a Iraqê ne, 14 parêzgarên Ereb hene, 3 parêzgarên Kurdan hene li parêzgehên Herêm, çima li Kerkûkê parêzgarekî Tirkmen tune be? Me ev daxwaza xwe di çarçoveya yasa û destûrê de pêşkêş kiriye.”

Hesen Turan destnîşan kir: “Em dixwazin hilbijartina parêzgarê Kerkûkê û diyarkirina namzedê Tirkmen ji bo wergirtina vî kursî li Encûmena Parêzgehê bi lihevkirin û jihevfêmkirina li gel aliyên din were kirin. Lewma li gor baweriya min, mafê rewa yê Tirkmenan heye ku kursiyê Parêzgariya Kerkûkê bixwazin ku di nav Encûmena Parêzgehê de tê hilbijartin. Me li gel nûnerên Ereb axiviye û ew qebûl dikin, lê nûnerên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, bi awayekî yekalî pojeya me red kiriye.”

Turan herwiha got: “Me di destpêkên sala 2018an de li Bexdayê li gel Kurd û Ereban gotûbêj kir û nêzîkî 3 saet me civîn kir û me çendîn bijarde danî holê. Em weke Tirkmen, me bijardeyên xwe dan, daku parêzgarî bi awayekî demkî ji Tirkmenan re were dayîn heta ku hilbijartinên navxweyî têne encamdan û Encûmena Parêzgeha Nû were hilbijartin. Ereb piştgiriya xwe nîşan dan, lê birayên me yên li YNKê qebûl nekirin, ji me re ragihandin ku kursiyê Parêzgariya Kerkûkê deskefteke Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê ye û li gel ti kesî li hev nakin.”

Parve bike: