TR KU SO
FB X
Kurdistan

TSKê karwanek tank û cebilxane sand sînorê Rojava

Hevi Turan
Nivîskar
📅 06 îlon 2019 17:20

PeyamaKurd – Hêzên çekdarên Tirkiyê (TSK) sewqiyata leşkerî ya bo sînorê Rojavayê Kurdistanê berdewam dike.

Hat ragihandin ku ji Lîwaya Zirxî ya 20an a bajarê Rihayê wesayîtên leşkerî ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve bi rê ketine.

Li gorî zanyariyan di karwana leşkerî de, tank û cebilxaneyên curecur hene û dê li baregeh û qereqolên sînorê Rojavayê Kurdistanê werin bicihkirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, tevî rêkeftina li ser herêma ewlekariyê ya bo sînorê Rojavayê Kurdistanê jî doh dîsa gefa destwerdana leşkerî li hêzên Kurdî xwaribû û gotibû, heger herêma ewle ya ew dixwazin bi Amerîkayê re pêk neyînin, ew dê bi serê xwe pêk bînin.

Erdogan herwiha gef li welatên ewropî jî xwaribû ku deriyan veke û koçberên Sûriyê bi ser wan de bişîne.

Parve bike: