TR KU SO
FB X
Kurdistan

Umman dixebite da li Hewlêrê konsulxaneya xwe veke

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 rêbendan 2023 03:49

PeyamaKurd – Serkonsulê dewleta Ummanê yê Bexdayê Hamid Bîn Hamed ji bo K24 ê ragihand ku dixebitin da li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin. Hamed behsa têkiliyên Ummanê yên bi Herêma Kurdistanê re yên dîplomatîk, aborî û bazirganiyê kir û behsa girîngiya dewama wan têkiliyan kir.

Hamed ragihand ku bi rêk û pêk têkiliyên dewleta wan bi Herêma Kurdistanê re dewam dikin, bi hukumeta Herêma Kurdistanê re nîzamî civînan dikin û ji bo vekirina konsulxaneyê li Herêma Kurdistanê xebatên wan dewam dikin.

Li gor ragihandina Hamed; ji bo têkilî bi Herêma Kurdistanê re dewamî hebin, divê li Herêma Kurdistanê konsulxaneya wan hebe û ji bo wê jî dixebitin.

Parve bike: