Ûrmiye | 5 girtiyên Kurd hefteyek e di greva birçîbûnê de ne
PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê li girtîgeha Ûrmiyê, 5 girtiyên Kurd dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên Kurd dibêjin, heta mafên wan neyên dayîn, ew ê devê xwe nedin xwarinê.
Rêxistinên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku girtiyên Kurd ên bi navê Qadir Selîmî, Mistefa Sebzî, Beşîr Pîrmawane û Mihemed Pîşbîn, tevî welatiyekî Bakûrê Kurdistanê yê bi bi navê Rehîm Turgut ji destpêka heftiya derbasbûyî ve ketine greva birçîbûnê.
Hat diyarkirin ku daxwaziya wan girtiyan ew e ku mohleta demkî ya derketina ji zîndanê û serdana malbatê bo wan bê dayîn, yan jî wan veguhêzin zîndaneke nêzîkî cihê nîştecîbûna malbatên wan.
Rêxistinên mafên mirovan ên li Rojhilatê Kurdistanê dane xuyakirin, berpirsên girtîgeha Ûrmiyê bersiva daxwaziyan wan girtiyan nedane û formek jî dane wan ku tê de hatyi nivîsîn; ti berpirsatiya girtîgehê li hember canê wan girtiyan nîne.