TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wêneyê Nasrallah bi Sûrên Diyarbekirê ve hat daliqandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 îlon 2024 17:04

PeyamaKurd – Li Diyarbekirê wêneyê Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê, Hesen Nasrallah ku di êrîşa ser Beyrûdê ya Îsraîlê de hate kuştin, hate daliqandin.

Hin kesan îro Yekşemê posterê Nasrallah bi nivîsa, ‘Rêya te rêya me ye Ey Şehîd!’ bi Bircên (Sûr) Diyarbekirê ve daliqand.

— Muhammed İkbal 🇹🇷 (@ikbldrs) September 29, 2024

Heman kesan dema wêneyê Nasrallah daliqandin alên Filîstîn û Hizbullahê jî hejandin.

Tê gotin ku dema wan kesan postên Nasrallah danîne ser Sûran, polîsan jî ewlehiya wan kontrol kiriye û ti destwerdanek nekirine.

Parve bike: