Kurdistan
Wexta binçavkirina 3 saredaran dirêj kirin
PeyamaKurd- Şaredarên Dêrikê, Şemrexê û Sitewrê berê ji wezîfeya xwe hatibûn dûrxistin û di şûna wan de qeyûm hatibûn danîn. Paşî 4 şaredarên HDP ê hatin girtin ku di nav wan de ya Sûrûcê jî heye. Niha mudeyê binçavkirina 3 şaredaran hat dirêjkirin û wê 4 rojên din jî di bin çav de bimînin.
Her sê şaredar niha li baregeha asayîşê ya Mêrdînê di bin çav de tên girtin.