TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezareta Tenduristiyê rewsa dawî ya Covid-19 eskere kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 04 cotmeh 2021 21:38

PeyamaKurd - Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê amarên di 24 demjimêrên borî yên rewşa vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ya îro 4ê Cotmehê, 1049 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 13 kesan jî wefat kiriye.

Wezareta Tenduristiyê herwiha ragihand ku di 24 demjimêran de 1428 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 336 hezar û 612 kesan, ya mirinan bû 5 hezar û 937 kes û heta niha 303 hezar û 619 nexweş jî baş bûne.

Parve bike: