Kurdistan
Wezîrê Avedankirina Kurdistanê: Emê çend tunêlên din çêbikin
PeyamaKurd - Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê yê Herêma Kurdistanê ragihand, di pilana wan de heye çend tunêlên din çêbikin.
Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê, Dana Ebdulkerîm ji fermangeha medya û zanîyarî ya hikûmeta Kurdistanê re ragihand, di pilana me de heye em çend tunêlên din çêbikin.
Niha li Derbendîxan tunêlek û li Pêncwên jî tunêlek li ber dest e û tên çêkirin. Li çiyayê Metîn jî tunêlek dê were çêkirin.
Wezîrê Avedankirin û Niştecîbûnê her wiha da zanîn, ji xwe tunêla Pîrmam îsal xilas bû û hat vekirin. Tunêla navbera Şeqlawe û Herîr jî tê çêkirin.