TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê bergiriya Almanya ji bo Nêçîrvan Barzanî got: “Herêma Kurdistanê dostê me ye”

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 14 sibat 2026 02:30

PeyamaKurd – Wezîrê bergiriyê yê Almanya Boris Pistorius di çarçona konferansa Munihê ya ewlehiyê de, bi serokê Herêma Kurdistanê bi Nêçîrvan Barzanî re hatin cem hev û wezîrê Alman Herêma Kurdistanê wekî dost û hevkar bi nav kir û desteka xwe bo Kurdistanê dubare kir.

Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de her dû teref li ser têkiliyên Iraq-Herêma Kurdistanê, têkiliyên wan yên bi Almanya re yên leşkerî û ewlehiyê û hem li ser seha hevkariyê axifîn.

Nêçîrvan Barzanî bi sedema Almanya destekê daye perwerda Pêşmerge û reforma di wezreta Pêşmerge de, sipasiya Almanya kir. Di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Pistorius ragihand ku wê Almanya desteka xwe ya bo Iraqê û Herêma Kurdistanê wekî dost û hevkar dê desteka xwe dewam bike û bo parastina aştî û îstîqrarê û têkoşîna bi terorê re, behsa girîngiya dewama hevkariyê kiriye.”

Mijarên din yên hevdîtinê, rewşa li Sûriyê û bi giştî behsa pêşdeçûnên li herêmê bûn.

Parve bike: