Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf sibe serdana Kurdistanê dike
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku îro 26ê Nîsanê serdana Iraqê kir bi hemkarê xwe yê Iraqê Fuad Husên û Serokomarê Iraqê Berhem Salih hevdîtin pêk anîn.
Wezîrê Derve yê Îranê Zerîf ragihand ku ew sibe diçe Hewlêrê û serdana Herêma Kurdistanê dike.
Zerîf di civîna ligel Fuad Husên de bal kişand ser girîngiya têkiliyên Tehran-Bexdayê û pêşxistina pêwendiyan û ji ber hewlên Iraqê yên ji bo pêkanîna gotûbêjan li herêmê spasiya hikûmeta Iraqê kir.
Cewad Zerîf Bexdayê got: “Ez gelek kêfxweşim ku ji bo serdaneke dirêj li Bexdayê me, ku bi îzna xwedê îro li gel partiyên Iraqî jî hevdîtinan dikim û bi îzna xwedê sibe ez dê biçim Herêmê Kurdistanê û ligel hevalên li Herêmê jî gotûbêj hebin.”
Fuad Husên jî bal kişand ser rola Iraqê ya çareserkirina pirsgirêkên herêmê bi rêya dîyalogê û destnîşan kir, “Roleke girîng a Bexdayê ya ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê heye.”
Hat zanîn ku wê Zerîf li Iraqê bi Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî re jî bicive û sibe jî derbasî Herêma Kurdistanê bibe.
Biryara Wezîrê Derve yê Îranê sibe 27ê Nîsanê li Hewlêrê bi serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê re bicive.