Kurdistan
Wezîrê Derve yê Îranê li Hewlêr hat pêswazîkirin
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ku doh serdana Bexdayê kir îro bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê.
Mihemed Cewad Zerîf li balafirgeha navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Serokê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî û rayedarên din ên Herêma Kurdistanê hat pêşwazîkirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf doh 26ê Nîsanê li Bexdayê bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Serokomar Berhem Salih re jî civayabû.
Biryare ji aliyê serkirdayetiya Herêma Kurdistanê ve pêşwazî li Cewad Zerîf bê kirin û mijarên têkildarî herdu aliyan werin gotûbêjkirin.