TR KU SO
FB X
Kurdistan

Wezîrê Derve yê Umanê serdana Samê kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 01 sibat 2022 00:42

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Wezîrê Derve yê Umanê Bedîr Bin Hemed Bin Hemûd El-Bû Seîdî serdaneke fermî bo rêveberiya rejîma Esed kiriye.

Li gorî ragihandina medya hikumeta Şamê, Wezîrê Derve yê Umanê Bedir Bin Hemed Bin Hemûd El-Bû Seîdî ligel şandekê gihîştiye balafirgeha Şamê û ji aliyê Wezîrê Derve yê rejîma Sûriyê Feysel El-Miqdad ve hatiye pêşwazîkirin. 

El-Miqdad daye xuyakirin: " Têkiliyên bi Umana bira re berdewam in û qut nebûne. Uman li dijî terorê li kêleka Şamê rawestiyaye."

Hêjayî gotinê ye, Sekretêrê Giştî yê Yekîtiya Dewletên Ereban Ehmed Ebû El-Xeyd doh 30yê Çileyê 2022yan gotibû, Cezaîr, Iraq û Urdun dixwazin Sûriye ji nû ve vegere nav Komkara Erebî.

Parve bike: