TR KU SO
FB X
Kurdistan

Xebata vemirandina agirê daristana Çewlikê dewam dike

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 13 tebax 2023 02:13

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê li navça Gêncê agir bi daristana gundên navçê ketiye û xebatên vemirandina agirê daristanê dewam dike. Li gor ragihandinê; agir bi daristana gundê Doğanca ketiye û tîmên rêvebiriya daristanê û îtfaiyê li ciyê şewatê xebatê dikin da agir vemirînin.

Niha 30 xebatkarên rêvebiriya daristanê, 50 cendirme, xwebexşên civaka sîvîl, hemwelatî bi 5 arazozan, 4 makîneyên kar, 2 alavên mudaxeleya ewilî, 3 arazozên îtfaiyê û helîkopterekî jî ji hewa de mudaxeleyê agir dikin.

Parve bike: