Xortê ku digotin HDPê ew biriye çiya, derket ortê
PeyamaKurd- Xortê bi navê Mehmet Akar ku 4 roje jê xeber tineye û diya wî Hacîre Akar li ber partiya HDP ê ya Diyarbekirê ketiye çalakiya rûniştinê hat dîtin. Li gor Hacîre Akar; kurê wê Mehmet Akar ji aliyê HDP ê de,hatiye birin bo çiya û ew jî dest bi çalakiya rûniştinê kiribû û kurê xwe ji wan dixwest.
Paşî hêzên asayîşê beşa TEM ê ragihand ku wan Mehmet Akar dîtiye û niha li navenda asayîşê ye. Diya wî Hacîre Akar xwest ku kurê xwe bibîne û wê birin navenda polîs û kurê xwe dît. Li gor ragihandina apê Mehmet Akar bo çapemeniyê, diya Mehmet Akar, bavê wî û eqrebayên wî çûne seredana wî li navenda asayîşê, beşa TEM ê.
Li ser vê agahiyê Hacîre Akar û jinên malbatê yên ku destekê didanê, dawî li çalakiyên xwe anîn û ji ber avahiya HDP ê veqetiyan.