Kurdistan
Xwepêsanderên Iraqê dîsa li Meydana Tehrîr a Bexdayê bûn
PeyamaKurd – Xwepêşanderên Iraqê careke din li Bexdayê derketin meydana Tehrîrê û ji ber bicih neanîna daxwazên wan ên wekî derfetên kar û nebûna xizmetguzariyan hikûmeta Iraqê protesto kirin.
Hat ragihandin ku îro 4ê Kanûnê bi dehan xwepêşander li meydana Tehrîrê civiyan û hikûmet protesto kirin.
Li gorî zanyariyan hejmarek zêde ji hêzên ewlehiyê jî dema xwepêşandanê amade bûn, lê destwerdana xwepêşanderan nehatiye kirin.