TR KU SO
FB X
Kurdistan

YNK: “Em ê destekê bidin, lê serteke me heye!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 02 cotmeh 2018 16:14

PeyamaKurd- Ji bo namzetiya Serokomariya Iraqê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) li hev nekirin. YNKê got ku heke Behrem Salih ji namzetiyê were derxistin, em ê piştgiriyê bidine PDKê.

Ji bo namzetiya Serokomariya Iraqê, hê jî hinek asteng hene. Partiyên Kurdî li ser namzetan li hev nakin. Lê belê YNKê ji bo piştgiriyê şerteke xwe eşkere kir. Qismekî YNKê namzetbûna Behrem Salih qebûl nake û qismek jî piştgiriyê dide Behrem Salih. Herî zêde jî Hêro Îbrahîm Ehmed li dijî namzetbûna Behrem Salih derdikeve.

Di derbarê mijarê de parlamenterî PDKê yê li parlamentoya Iraqê Mihemed Şakir axivî û got ku YNK dixwaze ku PDK serokatiya Herêma Kurdistanê bide Behrem Salih. Lê belê PDKê jî ev teklîf red kir; lewra ev, mafê PDKê ye.

Şakir got ku ji bo serokomariya Iraqê, şensê Fuad Husên ji yê Behrem Salih zêdetir e.  

Parve bike: