Kurdistan
YPG ê bi topan li SMO yê xist: 3 birîndar
PeyamaKurd- Li Serê Kaniyê, hêzên YPG ê bi topên hawanê li çeperên SMO yê xistin û di encamê de 3 leşker birîndar bûn. Bûyer ber destê êvarê çêbû û bi topan li çeperên SMO yê yên li başûrê Serê Kaniyê yên li Huweyş En Nûyem ê xistin.
Ji çeperên başûrê Serê Kaniyê, Grê Sipî û Eyn Îsayê HPG gelek caran bi sîlihên ku bejayiyê bo bejayiyê tên avêtin, bi wan li çeperên SMO yê dixin.