TR KU SO
FB X
Kurdistan

YPGê li Efrînê êrîsek pêk anî: 6 çekdar hatin kustin

📅 30 tîrmeh 2019 12:30

PeyamaKurd - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê de ye, hêzeke çekdar a ser bi YPGê ve êrîşek pêk anî û di encamê de 6 çekdarên oppzÎsyonê hatin kuştin.

Hêzên Rizgarkirina Efrînê (HRE) ku hêzeke ser bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve ye, di daxuyaniyekê de ragihand, hêzên wan li dijî çekdarên opozisyona Sûriyê, li Efrînê û derdora wê, êrîşek pêk anîne.

Di daxuyaniya xwe de, HREyê eşkere kiriye, ku li derdora bajarê Marih, hêzên wan êrîşî xalên Cebhe el Şamiyê û Ehrar el Şam kirine.Li gor heman daxuyaniyê, di encama wê êrîşê de, 6 çekdarên ser bi wan grûpên çekdar ve hatine kuştin û 2 çekdar jî birîndar bûne.

HREyê herwiha daye xuyakirin, ku hêzên wan roja 26ê Tîrmehê jî di êrîşekê de Fermandarê Grûpa Feyleq el Şamê yê bi navê Ebû Hemze kuştine.

Hêjayî gotinê ye ku Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve di kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê û artêşa Tirkiyê de ye.

Parve bike: