Yûnansitan bo Kurdistanê konsolos tayin kir
PeyamaKurd- Heya niha li Kurdistanê li payîtext Hewlêrê nûnertiya dewleta Yûnanistanê hebû lê niha ew bû balyozxane û dewleta Yûnanistanê balyozê xwe bo Kurdistanê yê bi navê Efthymios Costopoulos tayîn kir.
Li gor ragihandina serokwezîtiya Kurdistanê; îro serokwezîr Nêçîrvan Barzanî konsolosê Yûnanistanê û heyeta pê re qebûl kiriye. Yûnansitan bo pêwendiyên xwe bi herêma Kurdistanê re xurt bike, cara ewiliye li Kurdistanê konsulxaneya xwe vedike û serokwezîr Nêçîrvan Barzanî konsolosê nû pîroz kir.
Barzanî ragihandiye ku karsazên Yûnanî û kesên ku dixwazin sermaya xwe bixin axa Kurdistanê, bo wan derfetên baş didin wan.
Di hevdîtinê de konsolosê Yûnan, bi qedir behsa rola rêvebiriya herêma Kurdistanê kiriye ku li Kurdistanê xweşbînî, pêkvejiyana piralî û tewrên Kurda di mijara koçberan de berz nirxandiye.
Di hevdîtinê de behsa têkiliyên du qolî yên Hewlêr û Bexdayê hatin kirin û pêşdeçûnên herêmê hatin guftûgo kirin.