Magazîn
Çiyayê Artosê bi berfa yekem a salê xemilî
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê bakurê Kurdistanê berf bariya û li hin deveran ji ber barîna berfê çûnûhatin asteng bû.
Hat zanîn ku doh piştî barana heta nîvro li Wanê barîna berfê dest pê kir û deverên bilind bi berfê spî bûn.
Li bejahiyên navçeyên Qelqelî, Bêgirî, Rêya Armûşê û Seravê yên Wanê berfa salê ya destpêkê bariya.
Çiyayên Artos û Reş bi barîna berfê re wekî bûkekî xemilîn û spî bûn.