TR KU SO
FB X
Tendrûstî

3 kesên din li Silêmaniyê ji ber vîrusa Koronayê can dan

Leyla Denli
Nivîskar
📅 30 hezîran 2020 16:58

PeyamaKurd - Li gor çavkaniyek Tendirustiya Silêmaniyê ragihand, ji derengiya şeva borî û heta îro danê sibê, 3 nexweşên din ji Koronayê li Silêmaniyê can dan.

Hat eşkere kirin ku, kesên can dane, 2 jin û mêrek e,temenê wan di navbera 40 û 70 salan de ne.

Li parêzgeha Silêmaniyê amarên Koronayê zêde bûne û bijîşk daxwaz ji welatiyan dikin xwe biparêzin. Ger xwe neparêzin, dê Silêmaniye rûbirûyî karesatê bibe.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi Koronayê can dane gihîşt 203 kesan. Hejmara pêketiyan jî gihîştiye 5 hezar û 904 kesan.

 

Parve bike: