Tendrûstî
Hejmara miriyan ji SARSê derbas kir, WHO tîmekê disîne Çînê
PeyamaKurd – Vîrusa koronayê ku ji bajarê Vuhan ê Çînê belav bûye her diçe berbelav dibe û hejmara miriyên ji vîrusê jî li gorî amarên fermî gihîşt 813 kesan.
Li gorî van amaran hejmara miriyên coron vîrusê ji yên SARSê derbas kiriye û hejmara kesên vîrus li wan peyde bûye jî 37 hezar kesan bihûriye.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) jî ragihand ku ew ê dijî vîrusa korona tîmeke tenduristîyê bişîne Çînê ku tê çaverêkirin roja duşemê ew tîm bi rê bikeve. Di tîma WHOyê de, ji Amerîka û çend welatên din pisporên tenduristiyê cî digirin.
Hîn çareyek ji bergirgirtina vîrusa koronayê re nehatiye dîtin û li bêhtirî 20 welatan jî belav bûye.