TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Ji ber Korona li Silêmaniyê 3 kesên din can dan

Leyla Denli
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2020 14:57

PeyamaKurd - Her diçe mirinên ji ber Korona li Silêmaniyê zêdetir dibin. Îro li bajarê Silêmaniyê 3 kesên din ji ber Koronayê can dan.

Cîgirê Rêvebirê Tendirustiya Silêmaniyê Ebdula Ehmed ji K24ê re ragihand, îro 2 jinan û peyayekî ku temenê wan di navbera 50 û 60 saliyê de bûn, bi Koronayê canê xwe jidest dan.

Bi vî awayî, li seranserî Herêma Kurdistanê hejmara kesên bi vîrusa Koronayê ketine gihîştiye 6 hezar 403 kesan, jê 216 kesan canê xwe jidest dane

Parve bike: