Tendrûstî
Li Binxetê 113 kes bi Kovid-19 ê ketin
PeyamaKurd – Hevserokê Komîsyona Tenduristiyê yê Binxetê (Rojava) Ciwan Mistefa rêjeyên 24 sietan yên pandemiyê belav kir. Di 24 sietan de 113 kes bi Kovid-19 ê ketin lê ti kes jiyana xwe ji dest neda. Rêje wehanin:
17.554 kes heya îro testên wan posîtîv derketin
113 testên îro posîtîv derketin.
4 kes îro ji Kovid-19 ê baş bûn.
717 nexweş heya niha bi Kovid-19 ê mirine.
1.770 nexweş heya îro baş bûne.
Herî zêde li Raqqa û Qamîşloyê test posîtîv derketine.