TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Li seranserî cîhanê kesên ji vîrusa Korona bas bûne 20 milyon derbas kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 14 îlon 2020 15:50

PeyamaKurd – Li seranserî cîhanê, hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê gihişt 29 milyon û 164 hezar û 539 kesan.

Li gor zanyariyan, li tevahiya cîhanê, 20 milyon û  953 hezar û 213 kes berketî baş bûne. Heta niha 928 hezar û 985 kes jî li seranserî cîhanê ji ber Koronayê can dane.

Herwiha li gor zanyariyên herî dawî yên îro, nexweşiya vîrusa Koronayê herî zêde li van welatan belav bûye: “Amerîka, Hîndistan, Berazîl, Rûsya, Perû, Kolombiya, Meksîka, Başûrê Afrîqiya, Îspanya, Arjentîn, Şîlî, Îran, Frensa, Brîtanya, Bengladêş, Siûdiye, Pakistan, Tirkiye, Iraq, Îtalya, Fîlîpîn, Almanya, Endonesya, Îsraîl, Ukranya, Keneda, Bolîvya, Qeter, Ekwador, Kazaxistan, Domenîka, Romanya, Penema, Misir, Kiwêt, Belcîka, Uman, Mexrîbî Erebî, Swêd û Çîn.”

Parve bike: