TR KU SO
FB X
Tendrûstî

Mike Pompeo xistin kartantînayê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2020 01:30

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê dewleta Amerîkayê Mike Pompeo bi sedema ku bi yekî testa wî ya koronavûsê posîtîv derket, wî xistin karantînayê. Lê testa Pompeo negatîv derket. Ragihandin ji aliyê wezareta karên derve yê Amerîkayê de hat kirin.

Di beyana wezaretê de hat gotin ku Pompeo ji aliyê tîmekî tenduristiyê de tê şopandin û bi sedema agahî bi dizî tê girtin, navê kesê nexweşê Kovid-19 ê nehat aşkerakirin. Beyan wehaye:

“Hat tesbît kirin ku Pompeo bi yekî testa wî posîtîv derketiye re têkilî daniye. Bi sedema xefbûnê navê wî dê nê aşkerakirin. Lê testa wezîr negatîv derket. Li gor qaîdeyên CDC ê wê bikeve karantînayê.”

Li Amerîkayê bi sedema pandemiyê heya niha 311 hezar û 225 kes jiyana xwe ji dest dane.

Parve bike: