Tendrûstî
Qehwê metirsiya kansera mêlakê nîvî nîvî kêm dike
PeyamaKurd – Zanyarên Zanîngeha Queen’s Belfast di lêkolîneke xwe de derxistin holê ku vexwarina qehweyê nîvî nîvî metirsiya pêşveçûna penceşêra kezebê (mêlak) kêm dike.
Zanyaran li ser 471 hezar û 779 kesan lêkolîn kir û derxistin holê ku li gorî kesên qehwê vedixwin, li ser kesên qehweyê venexwin metirsiya peydebûna penceşêra kezebê zêdetir e.
Pispor dibêjin, sedema ku qehwe metirsiya penceşêrê kêm dike antîoksîdan û kafeîna di nav qehweyê de ye.