TR KU SO
FB X
Tendrûstî

WHO: Eger em tedbîr nestînin wê heya adarê nîv milyon mirov bimrin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 20 mijdar 2021 22:13

PeyamaKurd – Temamê Awrûpayê bi pêla nû ya koronayê re têdikoşe û li ser pandemiyê dîrektorê WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) yê Hans Kluge ji bo BBC yê ragihand ku di mijara belavbûna pandemiyê de bi endişe ne. Kluge ragihand ku tedbîr nên sitendin wê heya meha adarê nîv milyon an ku 500 hezar mirov dibe ku bimre.

Kluge, ragihand ku di nav sedemên belavbûna Kovid-19 ê de yek jê ew e ku zivistan hatiye, vaccine kêm hatiye kirin û varyanta Deltayê li herêmê  belav dibe û weha dewam kir:

“Tedbîr ne berlêgirtina li serbestîye ye, alava parastina azadiya kesayetiyê ye.”

Parve bike: