Tendrûstî
WHO ragihand: 913 kes mirin
PeyamaKurd- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) got ku bi sedema nexweşîna kolerayê (ta’ûnê), li Yemenê ji serê salê heya niha 913 kes mirine. WHO ragihandina xwe bi awayeka nivîskî kir. Di ragihandina xwe de got ku ji serê salê heya dawiya meha êlûnê, 913 kes mirine û guman dikin ku dibe 696 hezar û 537 kes jî bi nexweşînê ketibin.
Nexweşînên ku di wan de guman heye %25,5 ê wan zarokin û temenên wan di bin 5 salan de ne. Li 333 taxên welat, di 305 taxan de leqayê nexweşîna kolerayê hatine. Piştî baran barîna li bajarên Hudeyde, Lahîcê, Îbb, Zemmar û payîtext Sanayê, dibe ku bi sedema nexweşînê jimara kesên ku seredana nexwexaneyan bikin zêdetir bibin.