TR KU SO
FB X
Tendrûstî

YA yê niqasa ‘parvekirina derziya Kovid-19 ê ya ne wekhev’ dike

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 14 adar 2021 04:13

PeyamaKurd – Hinek welatên Yekîtiya Awrûpayê bo wan derziyên koronayê ku bo welatên Yekîtiya Awrûpayê hatine kirîn, bi sedema wek hev nehatine belavkirin ji Yekîtiya Awrûpayê daxwaza civîna zîrweyê kirin. Dewletên dawxaz kirine; lîderên welatên Avûstûrya, Çekya, Bulgaristan, Slovenya û Letonya ne ku ji seroka Yekîtiya komisyona Awrûpayê bo Ursula von der Leyen û ji serokê konseya YA yê re name şandine ku di mijara parvekirina derziyan de civînê lidarbixin.

Lîderên her 5 welatan xwestin ku derzî li gor nûfûsa welatan bên parvekirin. Li gor rêjeya derzîkirina welatan, li welatê Maltayê jimara herî zêde derzî hatine kirin û ya herî kêm li Bûlgaristan û Letonyayê hatiye kirin.

Parve bike: