TR KU SO
FB X
Werzis

Fransa bû xwediyê Kûpaya Cîhanê

📅 16 tîrmeh 2018 01:32

PeyamaKurd - Di maça fînalê ya Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018an de tîma welatê Fransayê li hember Xirvatistanê bi 4-2 serkeft û bû xwediyê kûpaya herî mezin a cîhanê.

Herdu tîmên fînalîst, Fransa û Xirvatistan li Yarîgeha Lûjnîkî hatine hemberî hev. Di xuleka 18ê de Mario Mandzukîç bi şaşî golek li ser xwe tomar kir û Fransa 1-0 ket pêş.


Di xuleka 28ê de vê carê Îvan Perîsîc bi navê xirwatan golek avêt û encam bû 1-1 lê berî beşa yekemîn bidawî bibe, di xuleka 38ê de Griezmannê bi penaltiyê gol tomar kir encam kir 2-1.

Di beşa duyemîn de golên Fransayê li ser hev hatin. Di xuleka 59ê de Poul Pogba û di xuleka 65ê de Mbappe gol tomar kirin û encam bû 4-1.

Mario Mandzukiç di xuleka 69ê de xeletiya golparêzê fransî baş bikar anî û gol avêt û encam bû 4-2 û yarî bi vî encamê bdiawî bû.

Bi vî awayî Fransa piştî sala 1998an, cara duyemîn bû xwediyê vê kûpayê.

Parve bike: