TR KU SO
FB X
Werzis

Îtalyayê navê xwe bo fînala EURO 2020an nivîsand!

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2021 18:17

PeyamaKurd – Tîma futbolê ya bijardeyên Îtalyayê di maça nîv fînala EURO 2020 an de li hember tîma Îspanyayê di penaltiyan de bi ser ket û bû yekem tîma ku derbasî fînala şampiyoniyê bû.

Di dawiya 120 xulekan de maça Îtalya-Îspanya ya ku li Wembley a Brîtanyayê hat lîstin, 1-1 bidawî bû û Îtalya di penaltiyan de bi 4 – 2 Îspanya têk bir û bû yekemîn fînalîsta Euro 2020an.

Wê Îtalya 11 Tîrmehê roja Yekşemê bi fînalîsta duyem ya serketiyê maça Înglîstan-Denmarkê re ji bo şampiyoniya Euro 2020an were pêşberî hev.

Parve bike: