TR KU SO
FB X
Werzis

Qelevanê berê yê Real Madrîdê ji ber gotinên nijadperest hat siziadan

📅 29 sibat 2020 13:47

PeyamaKurd - Qelevanê berê yê Real Madrîdê ku niha li tîma brîtanî, li Leads Unitedê dilîze, Kiko Casilla ji ber gotinên nijadperest bi 8 yariyan hat siziadan.

Di 28ê îlona 2019an de di yariya Charlton-Leads Unitedê derbarê Kiko Casilla lêpirsîn hatibû destpêkirin û lêpirsîn bi encam bû.

Li gorî encama lêpirsînê Casilla dê nikariba 8 yariyan bilîze.

Herwiha Casîlla dê ji ber gotinên xwe yên nijadperestî 60 hezar Pound jî pare bide. Ev jî tê wê wateyê ku Casilla heya 18ê Nîsanê nikare forma li xwe bike.

Parve bike: