Werzis
Wê Muhammed Salah 2 rojan rojî negire
PeyamaKurd - Rojîgirtina futbolîzê navdar ê lîstikavanê tîma Lîverpolê Muhammed Salah beriya maça fînala şampiyoniya Ewropayê bû mijara nîqaşan.
Futbolîzê Misirî beriya niha ragihandibû ku ew dê rojiya xwe nexwe û roja maça fînalê jî rojî bigire.
Fizyoterapîstê Lîverpolê li ser nîqaşa rojîgirtina Salah ku di medya cîhanî de deng veda daxuyanî da û got, beriya maça fînalê Muhammed Salah du rojan rojiyê nagire.
Fizyoteraspîst Ruben Pons wiha got: "Me hemû planên xwe kirine. Îro û roja maçê Salah rojî nagire. Ti bandorek li ser tîmê çênabe."