Rêveberê PAKê ji ber Ala Kurdistanê hat cezakirin

Rêveberê PAKê ji ber Ala Kurdistanê hat cezakirin

PeyamaKurd - Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku rêveberê partiya wan Endamê Meclîsa PAKê Siraç Kirici bi sedema parvekirina wêneyên ala Kurdistanê, enfal û Helebceyê ji aliyê dadgeha Rihayê ve hatiya sizadan.

Di daxuyaniya PAKê de hat gotin ku dadgehê ji ber wan parvekirinên medya civakî 15 meh cezayê girtîgehê li ser Kirici pesend kiriye û ceza paş xistiye.

PAKê biryara dadgehê şermezar kir û got, ev yek li dijî derbirina azadiya ramanê ye.

PAKê daxuyakirin ku Cîgirê Serokê Giştî yê PAKê Feyyaz Ekmen û Endamê Meclisa PAKê Siraç Kirici, roja 22.11.2018an, gava ku ji Almanyayê dihatin Tirkiyê, li Balafirhega Îzmîrê hatibûn binçavkirin û piştî berdana wan derbarê wan de dozên cuda hatine vekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin