Trump: Yekî dikaribû rê li ber belavbûna korona bigire!

Trump: Yekî dikaribû rê li ber belavbûna korona bigire!

PeyamaKurd - Serok Amerîkayê Donald Trump got ku li Amerîkayê hejmara haletên nû tûşbûyên vîrusa korona kêm dibe yan jî sabît dimîne.

Donald Trump di civîna rojnamevanî ya Koşka Spî de da zanîn ku ew bi rewşeke giran re rû bi rû mane, lê wan ew qonax li du xwe hiştiye û her tişt ji berê baştir dibe.

Trump îdia kir ku yekî dikaribû rê li ber belavbûna vîrusa korona bigire, lê wî ew kar nekiriye û navê wî jî eşkere nekir. Trump got, belavbûna vîrusa korona dikaribû ji nişka ve were rawestandin, lê yekî biryareke cuda daye û rê li ber belavbûnê negirtiye.

Li aliyê din Trump ku Çînê bi belavkirin û agahdarnekirina rewşa vîrusê tawanbar dike da xuyakirin ku ew difikirin dorpêçên aborî li ser Çînê bisepînin.

Senator Lindsey Graham jî, bertekek li dijî Çînê nîşan da û bang li Pekînê kir ku ji bo aloziya ku wan bi ser cîhanê de aniye, divê Amerîka were qerebûkirin û xwest Amerîkî kargehên xwe ji Çînê veguhêzin Amerîka û pêdiviyên tenduristî li welêt bên çêkirin.

Li Amerîkayê heta îro hejmara tûşbûyên Covid-19  ji milyonek û 10 hezar kesan derbas kiriye û hejmara miriyan jî gihîştiye nêzîkî 57 hezar kesan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin