PeyamaKurd - Helbestvanê gewre û hosteyê helbesta Kurdî Şêrko Bêkes, di 4ê Tebaxa 2013an de li paytexta Swêd Stokholmê wefat kir.
Lawê helbestvan Faîk Bêkes Şêrko Bêkes, di 1940an de li Silêmaniyê hatiye dinyê. 41 pirtûkên Şêrko Bêkes hatiye weşandin. Helbestên wî bi zimanên Îngilîzî, Almanî, Fransizî, Erebî û bi Tirkî hatibû wergerandin. Herî dawî berhovekek bi navê ‘‘Ji Başûr Barana Helbestê’’ ji aliyê 'Weşanxaneya Belge'yê hatiye weşandin. Hejmarek helbestên wî li hin welatan ketiye pirtûkên dibistanan û xelatên giranbuha sitendiye.
Helbestên wî bandor li Saddam Huseyîn jî kiriye. Saddam him daxwaza destaneke pesnê wî bide binivîse ji Şêrko Bêkes dike, him jî xwestiye xelatê bide wî. Lêbelê ji ber herdu daxwaza jî red dike, tê sirgûnkirin û weke penaber li Swêdê bicih dibe. Di 1987an de li Swêdê xelata ''Takowsky''distîne. Ew û Ebdula Pêşew, ji aliyê komên Kurd ên li hemberî rejîma Iraqê şer dikirin ve, weke ‘’Helbestvanên Netewî’’ hatin bi navkirin.
Herwiha li Herêma Kurdistanê hêjayî xelata ‘‘Pîremêrd’’ hat dîtin. Şêrko Bêkes bi helbestên xwe, bû dengê gelê xwe û dengê evînê. Şêrko Bêkes, ketiye bin bandora helbestvanên Kurd, Goran û Herdî. Salekê li Hêrêma Kurdistanê Wezîrtiya Çandê jî kiriye.
Helbestvanê mezin, di 4ê Tebaxa 2013an de li Stokholmê wefat kir.
Helbesta Kurdî ‘'Bêkes’’ ma!
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin