Alîkarê Bexdadî li Kerkûk hat desteserkirin

Alîkarê Bexdadî li Kerkûk hat desteserkirin

PeyamaKurd – Tora Ragihandina Ewlekariya Iraqê ragihand ku alîkarê serokê rêxistina terorî DAIŞê Ebûbekir Bexdadî li Kerkûk hatiye desteserkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama îstîxbaratê de li dijî maleke li hewîceya Kerkûkê operasyonek hatiye encam dan û di wê operasyonê de alîkarê Bexdadî, Ebû Xaldûn hatiye desteserkirin.

Hat eşkerekirin ku, li ser wî terorîstê DAIŞê, nasnameya sexte ya bi navê Şalan Ubeyd derket.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Ebû Xaldûn pismamê Ebûbekir Bexdadî ye û yek ji wan kesên ku herî zede lê digeriyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin