PeyamaKurd- Nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê û Qasidê Amerîkayê yê li Enqerê yê berê James Jeffrey got ku Amerîka hewl dide ku di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Tirkiyê de levhatinekê çêbike.
Nûnerê Amerîkayê yê li Sûriyê James Jeffrey di derbarê pêşeroja Sûriyê û rewşa Rojavayê Kurdistanê de axivî û got ku hedefa me ya pêşî ya li Sûriyê ew e ku em li dijî IŞÎDê şer bikin û Îranê ji nava axa Sûriyê derbixin.
Jeffrey wiha dewam kir: “Em bi HSDê re di nava qordînasyonekê de dixebitin. Ji bo ku di navbera du hevkarên Amerîkayê de (Kurd û Tirkiye) em çareseriyekê bibînin, me careke dî xebatên xwe dane destpêkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin