PeyamaKurd – Berî ku îro Pêncşemê hevdîtina Erdogan û Pûtîn li Moskowê pêk were, nûnerê Amerîkayê yê taybet bo Sûriyê James Jeffrey ku li serdana Tirkiyê ye, fikarên welatê xwe derbarê kirîna sîstema parastina hewayî ya S-400ên Rûsyayê de anî ziman ku ew yek dibe asteng ji bo alîkariya Amerîka bo Tirkiyê.
James Jeffrey îro li Stenbolê da xuyakirin, Amerîkayê alîkariyeke mirovî pêşkêş kir û agahiyan bi Tirkiyê re parve dike. Herwiha zextê li hevalbendên xwe yên Ewropayê dike da ku piştgiriya xwe zêde bikin.
Şanda Amerîkayê diyar kir ku Washington zextê li Ewropayê dike, da ku ji bo gihandina peymanekê derbarê Sûriyê de piştgiriya xwe zêde bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin