PeyamaKurd-Amerîkayê bi daxuyaniyeke nivîskî, êrîşa terorî ya li Giraveya Sînayê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Amerîka bi berdewamî alîgirê Artêşa Misirê ye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price, bi daxuyaniyeke nivîskî sersaxî û piştgiriya Artêşa Misirê kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Em êrîşa terorî ya ku li Giraveya Sînayê, li dijî Artêşa Misirê pêk hatiye, şermezar dikin û sersaxiya xizm û malbatên qurbaniyan dikin. Amerîka, salên dûdirêj in ku di têkoşîna li hember terorê de li cem Misirê cihê xwe digire.”
Artêşa Misirê, di malperên xwe yên fermî de ragihandibû ku li Suveyşê, li hember tesîsa dazelandina avê, êrîşeke terorî çêbûye û di wê êrîşê de 1 jê serbaz, 11 leşkerên Artêşa Misirê hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin